Ji AKP’ê îtîraza sosret!

  • 15:40 12 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê vê carê jî bi daxwaznameyek sosret ji bo mazbata nedin Hevşaredar Ahmet Turk serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da û got: “Ahmet Turk ne KHK’yî be jî çalakiyên wî di çarçoveya KHK’ê de ne.” 
 
Di hilbijartina xwecihî de Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk bi ferqek mezin hilbijartin bi dest xist û bû Hevşaredarê Şaredariya Mêrdînê. Ji bo mazbata nedin Ahmet Turk, Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê serî li rêbazên sosret dide. AKP’a Mêrdînê bi daxwaznameyek sosret îtîrazî mazbataya Ahmet Turk kir û serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di daxwaznameya AKP'ê de hat bibîrxistin ku Ahmet Turk di 16’ê mijdara 2016’an de, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hatiye girtin û heke Ahmet Turk mazbata werbigire û dest bi kar bike dê astengî pêk were. AKP’ê di daxwaznameya xwe de xwest mazbatayê di şûna Ahmet Turk de bidin Namzetê AKP’ê yê Mêrdînê Vejdî Kahraman. 
 
Îtîrazeke sosret
 
AKP’ê di daxwaznameya xwe ya sosret de wiha didomîne: “Her çiqasî Ahmet Turk bi KHK’yên hejmara 692 û 697’an ji kar hatibe dûrkirin jî çalakiyên wî di çarçoveya yên KHK'ê  de ne. Eşkere ye ku têkiliya Ahmet Turk bi rêxistina terorê re heye. Ji ber tenduristiya wî nebaş bû hat berdan. Eşkere ye ku niha rewşa tenduristiya wî baş e û divê bişînin girtîgehê.”