Li Şemrexa Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin

  • 15:38 12 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Şemrexa mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin. Hat îdakirin ku kesên hatine binçavkirin ji ber ku li gundê Deşan di dema hilbijartinê 31'ê Adarê de mudaxeleya li sindoqan asteng kirine hatine gitin. 
 
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê îro di saetên serê sibehê de di dema serdegirtina malan de 3 kesên bi navê Rifat Şan, Şeyhmus Şan û Ramazan Şan hatin binvçavkirin. Li gor agahiyên ku hatin girtin hat îdakirin ku di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de kesên hatine binçavkirin li gundê Deşanê berpirsyarên sindoqan bûne û ji ber ku mudaxeleya li sindoqan  asteng kirine ji aliyê Dozgera Komarê ya Şemrexê Feyza Kiraç ve bi gotina, "Piştî hilbijartinê hûn ê bibînin" hatine tehdîtikirin niha hatine binçavkirin.
 
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê.