Polîsan nobeta malbatên girtiyan a Gebze asteng kirin

  • 15:18 12 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne ya li ber Girtîgeha Gebze di roja 4’an de berdewam kir. Malbatên nêzî girtîgehê li hev kom bûn û xwestin bên li ber girtîgehê, rastî mudaxileya polîsan hatin. 
 
Çalakiya Nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê de, di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest pê kirin, di roja 4’an de dewam dike.
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Stenbolê bi malbatên girtiyan re nêzî Girtîgeha Gebze kom bûn. Malbatên xwestin biçin ber girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan diyar kir ku biryara qedexekirî ya walîtiyê heye û ew ê destûr nedin meşê.
 
Li ser vê yekê nîqaş di navbera polîs û malbatan de derket û malbatan gotin ew ê sibe jî seat 12.00’an bên ber girtîgehê û çalakiya xwe berdewam bikin. Malbatan diyar kirin ku ewê paşve gav ne avêjin.