Dayika Girtî : Lawê min li gel min xwîn vereşiya

  • 13:25 12 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyê bi navê Zerdeş Oduncu yê li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê dı greva birçîbûnê de ye rewşa wî krîtîk e. Hat zanîn ku beriya 15 rojan jî aliyê wî yê çêpê teviziye  û ji piyê xwe jî dikûle. Her wiha li gor agahiyên hatin girtin beriya sê rojan Zerdeşt xeriqiye û hata du saetan bi ser  hişê xwe jî nehatiye. 
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 156’emîn de didome. Bi hezaran girtiyên piştî Leylayê bi heman daxwazê ketin grevê jî çalakiya xwe berdewam dikin. Girtiyê bi navê Zerdeş Oduncu yê li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê dimîne, di roja 118’emîn de çalakiya xwe didomîne.  
 
'15 roj e aliyê wî yê çepê tevizandî ye'
 
Parêzer Esma Yaşar a ku bi miwekîlê xwe re hevdîtin kir jî anî ziman ku beriya 15 rojan aliyê Zerdeşt ê çepê ji ber bandora greva birçîbûnê tevizî ye, dikûle. Ji aliyekî dinê ve jî li gor agahiyên ku hatin girtin beriya sê rojan jî Zerdeşt xeriqî ye  û ji du saetan zêdetir bi ser hişê xwe nehatiye. Parêzer Esma,  bi lêv kir ku rewşa Zerdeşt nebaş e û her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe.
 
‘Rewşa kurê min giran e’
 
Dayika Selma Oduncu ya ku bi rêya telefonê bi me re axivî jî anî ziman ku rewşa kurê wê krîtîk e.  Selma, da zanîn ku herî dawî di 15’ê Adarê de bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û kurê wê li gel wê xwîn vereşiya ye.  Selma diyar kir ku divê tu kes bêdeng nemîne.