Çalakiya dayikan bi dawî bû: Em tişta diqewima temaşe nakin
- 13:19 12 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê berî bi 3 rojan di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê de xizmên gitiyan li Baroya Amedê ji bo 3 rojan çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin di roja 3 emîn de bi dawî bû .Xizmên girtiyan bertek nîşanî bêdengiya rayedaran dan û gotin: "Em tişta tê jiyîn temaşe nakin."
Meclisa Dyikên Aştiyê û xizmên girtiyan çalakiya xwe ya ku bi armanca balê bikişînin ser gireva birçîbûnê li Baroya Amedê dan destpêkirin û 3 rojan berdewam kirin bi daxuyaniyeke ku parlamenterên DHP'ê û hevşareêdar tevli bûn bi dawî kirin. Nafiye Yîgît daxuyanî xwnd û got ku ew 3 roj in li Baroya Amedê di greva birçîbûnê de ne.
'Em tiştê tê jiyîn temaşe nakin'
Nafiye diyar kir ku hayê baroyê ji wan tune bûye û got ku wan biryara çalakiyê bi dayikan re gitiye. Nafiye bal kişand ser çalakiya Leyla Guven ku bi mehan e daye destpêkirin û wiha got: "Ji bo ku şer raweste û tecrîd bi dawî bibe çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya grevê ku di serî de li girtîgehan hat destpêkirin li Ewropa, Başûr û li gelek cihên din berdewam dike. Em jî wekî her dayikekê bang dikin û dibêjin; bila şer raweste û kesnê ku ji xwe re dibêjin em mirov in bila guh bidin me. Bang li hikûmet û bi taybetî jî bang li Tayyîp Erdogan dikim. Rewşa tendirustiya zarokên me ber bi xeterê ve diçe. Pêdiviyên wan nayên bicihanîn. Ger ku mirin hebe bila ji bo me dayikan be .Em wekî dayik li ku dibe bila bibe em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Em ê li mirinê temaşe nekin. Di be ku wê ker û kor bin. Lê em dayik em ê bêdeng nebin."
'Em ê daxwazên wan ji cihê peywirdar re ragihînin'
Alîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî wiha got: "Meclisa Dayikên Aştiyê û xizmên din ên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê berî bi 3 rojan li avahiya me ji bo 3 rojan dest bi çalakiya grevê kirin û îro çalakiya wan bi dawî bû. Em jî ji bo ku ji wan re bibin bersiv em ê ser li saziyên peywirdar bidin."
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn dayikan bi dirjûşmên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû.