Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 2'emîn de ye

  • 12:40 12 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo balê bikişîne ser greva birçûbûnê ku li dijî tecrîdê hatiYE destpêkirin, ji bo du rojan  çalakiya rûniştinê da destpêkirin.  Çalakî di roja 2'emîn de li avahiya Baroya Wanê berdewam dike. 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven de hat destpêkirin ku li tevahiya cîhanê û li grtîgehan belav bû li avahiya Baroya Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya dayikan ku dane destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam dike. 
 
Li bendê ye ku sibe çalakî bi dawî bibe.