Fadîle Tok: Em nêzî azadiyê bûne

  • 11:08 12 Nîsan 2019
  • Rojane
MEXMUR - Berxwedêra greva birçîbûnê Fadîle Tok di 11’emîn Konferansa Meclîsa Îştarê de diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu çare nîne û wiha got: “Gelê Kurd bi hêz bûye. Em nêzî azadiyê ne dê hêza mirovatiyê bi ser keve.” 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 2 salan carek Konfaransa Meclîsa Îştarê tê li darxistin. 11’emîn konfaransa Meclîsa Îştar bi beşdarbûna 450’an delegeyan û bi dirûşmeya “Sonda me ye em ê Pergala Îmraliyê bişkênin û bî Rêber Apo re azad bijîn”  pêk tê. Di roja duyem a konferansê de jin bi cil û bergên xwe yên û kurdewarî tevlî konferansê bûn. 
 
'Dê mirovatî bi ser keve'
 
Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîla Tok ya ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomîne di roja 2’emîn a konfaransê de peyamek da û wiha got: “Ez di serî de silavên xwe ji pêşengê berxwedanê Leyla Gûven, Nasîr Yaxiz û berxwedêrên li zindanan re dişînim. Ji bilî berxwedanê tu çara me nîne. Îro gelê Kurd gelek bi hêz bûye. Êdî dijmin li hemberê berxwedana me neçar maye ku xwe bêdeng bike. Em nêzîkî azadiyê bûne dê hêza mirovatiyê bi ser keve. Wekî endameke ya kordînasyona Meclîsa Îştarê di ew kar û xebatê min daye meşandin de ji bo hemû kêmasiyên ku hatin jiyîn ez rexnedayîna xwe didim. Ez hêvîdarîm ku ev konfaransa jinan wê bibe konfaransa azadiya Rêber Apo. Divê em hemû planên xwe ji bo azadiya Rêber Apo bixin meriyetê.”
 
Her wiha peyamên Koma Jinên Azad yê Rojhilat (KJAR), Mamostayên Jin ên Saziya Perwerdehiyê, Koma 39’emîn ya Greva Birçîbûnê û  Meclîsa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat xwendin. Piştî xwendina peyaman rewşa siyasî hat nirxandin û piştre xwebatên ku di nav 2 salan de pêk hatî hatin nirxandin. 
 
11’emîn konfaransa Meclîsa Îştar bi nîqaşan berdewam dike.