‘Nêzîkatiya li hember cenazeyan, teşeyê hewldana serîtewandinê ye’
- 09:04 12 Nîsan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
STENBOL - Parêzer Ezgî Duman da zanîn ku mafê definkirinê ya di hiqûqa şer de jî heye, ji aliyê desthilatdariyan ve tê binpêkirin û ev wek feraseta Hiqûqa Cezaya Dijmin dertê pêşberî me û got: “Bi nêzîkatiya li hember cenazeyan dixwazin peyamê bidin civakê. Ev teşeyê hewldana serîtewandina civakê ye. Sîstem dixwaze bi vê hewldanê serê civakê bitewîne”
Li Tirkiyeyê mafê herî sereke yê definkirinê, şîngirtinê gelek caran hatiye binpêkirin. Herî dawî cenazeyên girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, hatin revandin û di bin dorpêça polîsan de hatin definkirin.
Parêzer Ezgî Duman xespkirina mafê definkirin û şînê nirxand.
‘Azadî û mafên mirovan tên tunekirin’
Ezgiyê diyar kir ku ji bo ewlehiyê mafê mirovan û azadî tên rakirin û wiha got: “Piştî duyemîn şerê cîhanê, qedexeya îşkenceyê ya di peymanan de jî cih girtiye hatiye binpêkirin. Ewlehiya civakê ji ber beka welat tê binpêkirin. Mafê definkirinê jî divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Mafê definkirinê mafekî herî dîrokî yê kevn û qedîm e. Piştî bi mirovan re nêrîna şênber pêş ketiye mafê definkirinê jî derketiye holê. Mafê definkirinê mafekî qedîm e.”
‘Binpêkirina mafê definkirinê, Hiqûqa Ceza ya dijmin e’
Ezgiyê bi lêv kir ku di peymana hiqûqa şer a Cenevreyê de jî mafê definkirinê tê venasîn û wiha pê de çû: “Di peymana Cenevreyê de jî tê gotin ku li kesê ji derveyê şer maye îşkence, pêkanîna nebaş divê neyê kirin. Di hiqûqa şer de jî tê gotin ku binpêkirina maf wek feraseta Hiqûqa Ceza ya dijmin tê nasîn. Li Tirkiyeyê binpêkirina vî mafî û binpêkirinên maf ên li ser malbatan bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”
Ezgiyê destnîşan kir ku binpêkirina mafê definkirinê ne tenê li ser kesê jiyana xwe ji dest daye, li ser xizmên wan jî pêk tê û wiha got: “Bi nêzîkatiya li hember cenazeyan dixwazin peyamê bidin civakê. Ev teşeyê hewldana serîtewandina civakê ye. Mafê definkirinê nikare tenê polîtîk bê nirxandin, rewşeke ku jiyana şexsî a kesan eleqeder dike ye. Li ser vê axaftin girîng e.”