'Berxwedana Leyla Guven têkbirina faşîzmê û serkeftina demê ye'
- 09:03 12 Nîsan 2019
- Rojane
Rûken Goman
LUBNAN - Endama Rêveberiya Komeleya Newroz a li Lubnanê Henan Osman di derbarê berxwedana dîrokî ya çalakiya Leyla Guven û rêhevalên wê de nirxandin kir û got :"Têkoşîna li dijî tecrîdê têkbirina faşîzmê ye, çalekiya Leyla Guven serkeftina demê ye."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 156'an de didome. Têklîdarê mijarê Endama Rêvebiriya Komeleya Newroz a li Lubnanê Henan Osman nirxandin kir û bandora çalakiya Leyla ya li ser tevahî cîhanê şîrove kir.
'Çalakiya Leyla Guven ji bo aşîtiya tevahî cîhanê ye'
Henan wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Berxwedana greva birçîbûnê îro careke din berê dîrokê veduguherinê ser qehremaniya jinê. Bi armanca bidawîkirina tecrîdê jiyana çalakvanan ber bi mirinê ve diçe, di rêya vê berxwedanê de tevahî cîhanê dît, bê Rêber Apo ji bo gelê kurd tê çi wateyê. Berxwedana greva birçîbûnê ji bo aşîtiya tevahî cîhanê ye. Çalakiya Leyla Guven ji bo aşîtiya tevahî cîhanê ye."
'Leyla Guven eşqa jiyana azad e'
Di berdewamiya axaftina xwe de Henanê bal kişand ser wateya çalakiya Leyla Guven û wiha domand: "Cara yekê ye berxwedaneke ewqasî bi hêz tê kirin. Bê guman ev berxwedan jî ji çalakiyên berî vê ne qut e. Eşqa jiyana azad û felsefeye demokratîk gihaştiya asteke xurt. Ger azadî ne bi nirx û giranbuha bûya, ev kesayetên dîrokî derneketin holê. Ger mirov bixwaze azad bijî divê bedelan jî bide. Ji bo wê jî em çiqas Leyla Guven pênase bikin hîn jî kêm e. Leyla Guven eşqa jiyana azad e."
'Çalakiya Leyla Guven serkeftina demê ye'
Henanê di nava axaftina xwe de qala bandora berxwedana Leyla Guven a li ser jinên cîhanê dike û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Îro Leyla bûye sembola jina azad, her kes di kesayeta Leylayê de şexsê jinê, têkoşîna jinê nas dike. Helbet ev yek jî bandorek erênî li ser tevahî jinan da çêkirin Leyla ne jineke ji rêzê ye. Leyla serkeftina demê ye bi berxwedana xwe faşîzim têk bir. Ji bo dilsoziya bi Leyla Guven û rêhevalên wê re divê em asta berxwedanê xurt bikin. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkbirina faşîzmê ye, çalekiya Leyla Guven serkeftina demê ye."