Tacîza zayendî ya li zanîngehê tê lêkolînkirin
- 15:38 11 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Wezîfedar, akademîsyen, xwendekar û xebatkarên zanîngeha Enqereyê li ber fakulteyê kom bûn bertek nîşanê Prof. Dr. Hasan Bîlgelî yê ku jinek derb kiribû dan. CTS'ê ji bo lêkolînkirina bûyerê komîsyonek ava kir.
Prof.Dr Hasan Bîlgelî ya Fakûlteya Veterîner a Zanîngeha Enqerê ye di cihê xwe yê taybet de jinek darp kir. Wezîfedarên zanîngehê, akademîsyen, xwendekar û xebatkar li ber fakulteyê kom bûn bertek nîşanê Hasan Bîlgelî dan. Beşa Piştgiriya li dijî Şîdet û Tacîza Zayendî ya Zanîngela Enqerê ye (CTS), ji bo lêkolîna bûyerê komîsyonek ava kir. Koodînatora CTS'ê û endama Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof.Dr. Gulrîz Uygur bal kişand ser xebatên CTS'ê.
'Ji bo bûyeran komîsyon hat avakirin'
Prof.Dr. Gulrîz Uygur, bal kişand ser CTS'ê û wiha got: "Di sala 2011'an de li dijî tacîz û tecawizê CTS hat avakirin. Piştî demek ji bo lêkolîna bûyeran jî me komîsyonek ava kir. Em ê giliyên xwendekar, xebatkar û hwd yên din bigirin. Tiştên ku heta niha hatine ziman dê lêkolîn bikin û rastiyê derxin holê. Derbarê kesên ku bûyer vedişerin û lêkolîn nakin pêvajoya darazê bidin dest pê kirin."
‘Gelek xwendekar ditirsin'
Gulrîz, destnîşan kir ku gelek xwendekarên jin nikarin dengê xwe derxin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku gelek xwendekarên jin nikarin deng bikin bûyer dernakevin holê. Gelek xwendekar ditirsin ji ber ku tên tehdîtkirin. Em ji bo baweriyê bidin xwendekaran û mexdûrên êrîşên zayendî em bi rê ketin. Mamosteyên fakûltê divê bi xwendekarên xwe têkiliyê daynîn û baweriyê bidin. Divê em xwendekaran bi tenê nehêlin."
'Em ê bûyerê bişopînin'
Gulrîz, bal kişand ser bûyera Hasan Bîlgelî û wiha got: "Tenê ne zanîngeha me hemû zanîngeh me eleqedar dike. Têkoşîna li hemberî êrîşên zayêndî ne rihet e. Her wiha têkoşîna li hemberî H.B yê zehmet e, lê em tu carî dev jî têkoşîna xwe bernadin. Ji ber ku gelek bûyer tên veşartin. Em bang li kesên ku bûne mexdûr dikin bila gilî bikin ku em pêvajoya hiqûqê bidin dest pê kirin. Her wiha em ê bûyera ku ji hêla H.B'yê ve pêk hatî ji nêz ve bişopînin û em ê bibin alîkarî kesên mexdûr."