Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê komek nû dewir girt
- 14:15 11 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê di roja 142'yan de ji aliyê koma 71'emîn ve hat dewir girtin. Herwiha berxwedana Yagiz jî didome.
Li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 142'yan de berdewam dike. Îro koma 71'yemîn çalakî dewir girt. Herwiha berxwedana Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz jî tevî ku rewşa tenduristiya wî girane di roja 142'an de berdewam dike û eşkere dike ku heta ku dawî li tecrîdê neyê wê berxwedana xwe berdewam bike.