'Rewşa girtiyan giran e bila daxwazên wan bên qebûlkirin'
- 12:30 11 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Parlamenter û hevşaredarên HDP'ê çûn serdana xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê di greva birçîbûnê de ne. Hevşaredar û parlamenterên ku çûn serdana malbatan diyar kirin ku rewşa girtiyan giran e û divê daxwazên wan bên qebûlkirin.
Parlamenter û hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê çûn serdana dayikên girtiyan ku li Baroya Amedê ji bo 3 rojan di greva birçîbûnê de ne. Di dema serdana ku hat kirin de daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê Musa Farîsogullari daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla guven, girtiyên li girtîgehan û kesên ku li tevahiya cîhanê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.
'Rewşa girtiyan giran e'
Musa bal kişand ser çalakiya gitiyan û wiha got: "Li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li gelek deveran greva birçîbûnê hat destpêkirin. Dayikên me 3 rojan wê li vir di grevê de bin. Zarokên wan di grevê de ne û ji ber vê di gewriya wan re jî tu tişt naçe xwarê. Dayik dibêjin 'bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin' lê li girtiyan zext tên kirin. Li gel ku rewşa gitiyan girane wan dikin hucreya yek kesî."
Musa herî dawî, diyar kir ku ew dewletê hişyar dikin û dibêjin bila daxwazên girtiyan demildest bên qebûlkirin.