Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer: Qeyûm şaredarî wek kavilê hişt
- 09:08 7 Nîsan 2019
- Rojane
AMED-Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer da zanîn ku qeyûm avahiya xizmetê wek kavil hiştiye û armanca wan ev bû ku şaredariyê wek kavil ji me re bihêlin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de nazmetên HDP’ê Gulşen Ozer û Orhan Ayaza ji sedî 72 deneg girtin û şaredarî ji qeyûman girtin.
Gulşenê bi lêv kir ku her xebata wan bi coş derbas bûye û ji 7’an heta 70’ê gel tevlî xebatan bûye û got: “Jin û ciwan bi aktîf tevlî xebatan bûn. Bi sedan kes tevlî xebatan bûn. Gel baran şilî nekirin pisgirêk û tevlî xebatan bûn. Partiya xwe, namzetên xwe tenê nehiştin.”
‘Serkeftin ya gelê me ye’
Gulşenê destnîşan kir ku hîna mazbatayên xwe negirtine û got AKP tehemulê encamên hilbijartinê nake û ev tişt anî ziman: “ Em ji bo mazbatayan li wan geriyan. Gotin ‘werin bigirin’. Piştî em çûn gotin ‘ji we re mazbatayên aydê me tune ne’. Me got ‘me bazbata ji gel girtiye.’ Ew mazbatayan nedin jî em ê xebatan bimeşînin.”
‘Polîtîkayên qeyûm navçe bê şaredarî hişt’
Gulşenê anî ziman ku şaredariyên DBP’ê ku dest bi projeyên xwe kiribûn, qeyûm hatin şûna wan û projeyên man ji aliyê qeyûman ve li gorî wan hat berdewam kirin û got: “Bi hatina qeyûman re saziyên jinan hatin hedef girtin. Saziya jinan a navçeyê niha wek şaredarî tê bikaranîn. Ev me xemgîn dike. Cihên ku niha em lê xizmeta şaredariyê bidin wek kavilan e. Avahiya niha şaredarî lê xizmetê dide Navenda Jinan e. Qeyûm avahiya xizmetê ya şaredariyê wek kavil hiştiye. Armanca wan jî ev bû ku ji şaredariyê ji yên tên re wek kavil bihêlin. Lê encamên hilbijartinê serkeftina gelê m eye. Em ji hemû gelê xwe û hevalên xwe re spas dikin.”