Çîroka serkeftina Zuleyhayê:Dema mirov dest jê berde winda dike

  • 09:06 7 Nîsan 2019
  •  
COLEMÊRG- Zuleyha Dayan ya bi Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarîgucu li serkeftinên xwe serkeftin zêde kir, bi sekna xwe ya xurt gelek xebatên serkeftî pêk anîn.
 
Zuleyha Dayan ya 25 salî yek zarokên malbateke 16 nifûsî li Colemêrgê hat dinê. Zuleya ku gelek ji fubtolê hez dikir, hemû pêşdaraz şikand û bi sekna xwe ya xurt gelek serkefkeftî bû.
 
Zulehayê daxuyakirin ku jin dikairn her tiştî bikin da û got: “Jin bi keda xwe dikarin her tiştî dikin. Me ji zîhniyeta ku dibêjin jin nikarin futbolê bilîzin re got bes. Tevî şertên zehmet min jiyanek xweş derbas kir. Em 14 xwişk û bira bûn. Xaniyê me sê ode bûn. Dibistana seretayîn û navîn li gorî hêviyê min derbas nebû. Zimanê me Kurd bû. Min ji dibistanê hez nekir. Ez bi zor salekê jî çûm lîseyê.”
 
‘Ji ber em ji Colemêrgê bûn em ji lîstikê derxistin’
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku 9 sal berê bi saya birayê xwe futbol nas kiriye û got: “Ez çû Hakkarîgucu. Min hevdîtin kir. Ez du rojan çûm atremanê lê gotin tu gelek hişkî û nerehet bûn. Min jî tenê hewl dida ez goga xwe bilîzim. Min bi forma 4 numare têkoşîn da. Di 25’ê Adara 2010’an de lîsansa min ya fermî derket. Min di lîda 2’emîn de dest bi futbolê kir. Me di 7 salan de şampiyonî girtin.”
 
Zuleyhayê diyar kir ku belgefîlma tîmê hatiye kişandin û li Tirkiyeyê belgefîlma wan di nav 200 belgefîlmê ketiye nav 8 hebên ewil û got di sezona 2016’an de transferê Tîma Futbulê ya Jinan a Faliyetên Sportîf a amedê bûye. Ez niha xwendekara pola 4’emîn a Beşa Fakulteya Zanistên Sporê ya Zanîngha Ataturkê me. Tîma Jinan a Futbolê ya Hakkarîgucu di Lîga 1’emîn de ye. Jiyan didome. Divê mirov dest jê bernedin. Ger mirov berdin wê winda bikin. Ger mirov serkeftî bin rakîb jî zêde ne.”