Fîgen Altindag: AKP di hilbijartinê de têk çû

  • 09:01 7 Nîsan 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Hevşardara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, encama hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê nirxand û got: “Hilbijartinên herêmî ya ku pêk hat bû têkçûyîna AKP’ê. HDP’ê jî carekedin hebûna xwe nîşan da.”
 
Hevşardara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, derbarê hilbijartinên heremî yên ku di 31’ê Adarê de pêk hatin axivî û encamên hilbijartinê nirxand.
 
Fîgen, anî ziman ku xebatên hilbijartinên heremî di bin zextan de pêk hatiye û wiha got: “Hilbijartina heremî ya ku pêk hat de HDP di bin gelek zext û zordariyan de bû. Beriya ku hilbijartinên heremî pêk  bên gelek pirsgirêk çêbûn. Me ji aliyekî ve xebatên hilbijartinê dikir û ji aliyekî ve jî dewletê zext li hevalên me dikir û dikirin binçavan. Bi binçavkirinan bawer dikirin ku me bi bandor bikin û li gor xwe rê ve bibin.  Li dijî hemû astengî û zextan serkeftin bû ya me. Serkeftina me serkeftina Gelê Kurd e. Me bi gelê xwe re ev gav avêt û bersiv da îktîdarê. Me dema di nav civakê de xebat dikir zextên ku li gel dihatin kirin jî me dîtin. Namzedên tifaqa cimhûr ên li vê derê ku êrîşî gel dikirin encamên hilbijartinê ji wan re bûn bersîv.  Di vê çarçoveyê de me pêvajoyek zahmet derbas kir. Lê em bi ser jî ketin.”
 
‘Me hêza xwe li metrepolan jî nîşan da’
 
Fîgen, da zanîn ku encamên hilbijartinên herêmî bersivdayîna polîtîqayên qeyûman û îktîdarê bûn û wiha domand: “Wekî ku hûn jî dizanin 98 şaredariyên me hebûn û qeyûm tayînî 98 şaredariyên me hatin kirin. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin; me 57 şaredariyên xwe paşve girtin. Di vir de kêmasî û şaşiyên me jî hebûn û me ev dîtin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê wiha berdewam bikin. Em ê kêmasiyên xwe bi gelê xwe re derbas bikin.  Me hêza xwe li metrepolan jî nîşan da.  Gelê Kurd bi coşek mezin li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî hêza xwe nîşan da. Gelê Kurd dê têkoşîna xwe berdewam bike û biserkeve. Li dijî hemû astengiyan ev  encam ji bo me serkeftineke mezin e.”
 
‘Ji bo gel tu xizmetê nekiriye’
 
Fîgen, di dirêjiya axaftina xwe de serdema qeyûman jî bi bîr xist û wiha got: “Em di pêvajoya xebatên hilbijartinê yên sê mehan de mal bi mal, gund bi gung, geriyan. Bertekên gel li dijî qeyûman gelek zêde bûn. Qeyûm ji gel re tu xebat nekiriye. Gle li dijî qeyûman bi bertek bû. Ev bertekên gel jî di cih debûn. Ji ber ku me bi çavê xwe jî dît ku qeyûm tu tişt nekiriye. "
 
‘Îktîdara AKP’ê têk çû’
 
Fîgen, diyar kir ku îktîdarê li gel hemû derfetên dewletê bikar anîye jî encama dixwest bi dest nexistiye û ev tişt got: “Li metrepolan bi alîkariya dengê kurdan CHP’ê li bajarên mezin serkeftin nîşan da. Di bin  serkeftinê de ev jî heye; li her derê betalî, zext û di encama êrîşan de gelê ku bêdeng nebûye heye. Ez bawer dikim ku li metrepolan şaredariyên ku ji desten AKP’ê  hatine girtin ev pêkanîn hebûn û di çarçoveya vêde çûn ser sindoqan. Ev hilbijartin pergala heyî ya ku bi zorê  xwe serwer kiribû re bû bersîvpêk. Gel bi vî rengî çû ser sindoqan û bersiv da îktîdara AKP’ê. Îktîdara AKP’ê di vê hilbijartinê de gelek tişt winda kir. Ev hilbijartin bû hilweşîna îktîdara AKP’ê."
 
‘Gelê Mêrdînê bersiva herî baş da’
 
Fîgen, di dawiya axaftina xwe de ji hemû gelê Mêrdînê re spas kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me di dema xebatan de bi germahî û bi coş me pêşwazî kir. Em ji bo vê xebat û piştgiriyê spasiya gelê xwe dikin.  Ez ji 7 salî heta 70'ê salî re spas dişinin. Gelê Mêrdînê bersiva herî baş da serdestan.”