Polîsan şîna ji bo Mahsum asteng kirin
- 16:04 6 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Polîsan şîna malbata Pamay a ji bo Mahsun Pamay ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, li Mizgefta Ser Surê danîn, asteng kirin.
Malbata Pamay, cenazeyê kurê xwe Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa Tîpa T- 1 a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, li navçeya Cizîr a Şirnexê defin kirin. Malbatê piştî cenaze defin kirin ji bo şînê li Mizgefta Ser Sûr'ê mala sersaxiyê vekirin. Malbatê Mizgefta Ser Sûrê ya Taxa Dagkapi şîn danî û polîsan şin asteng kir. Piştî saetên nîvro polîsan bi maşîneyên zirxî hatin Mizgefta Ser Surê û welatiyên ji bo şînê hatibûn mizgeftê ji mizgeftê derxistin. Polîs bi maşîneyên zirxî li ber mizgeftê rawastiya ne û destûr nade kes biçin şînê.