YSK’ê îtîrazên Mûş, Tetwan û Bedlîsê red kir

  • 15:53 6 Nîsan 2019
  • Rojane
BEDLÎS - HDP'ê derbarê encamên hilbijartinê yên Mûş, Bedlîs û Tetwanê de, li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kiribû, lê îtîraza wan hat redkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê encamên hilbijartinê yên Mûş, Bedlîs û Tetwanê de li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kiribû, lê îtîraza wan hatin redkirin. 
 
Tetwan
 
Îtîraza HDP’ê ya ji bo hejmartina 2 hezar û 276 dengên hatin betalkirin û lêkolînkirina ferqa 275 denga ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve jî hat redkirin.
 
Bêdlîs
 
Li aliyê din serlêdana HDP’ê ya ji bo Bedlîsê jî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hat redkirin û hat payîn ku HDP piştî van îtîrazan dê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.
 
Mûş
 
Li gorî agahiyên ne fermî ya YSK’ê degê AKP’ê 15 hezar 919 ne û HDP’ê jî 15 hezar 381 ne. HDP ji bo 538 dengê serî li YSK’ê da lê serlêdan hat redkirin. Namzetê hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik bi riya twitterê diyar kir ku li gelek bajar û navçeyan îtîrazên AKP-MHP’ê hatin qebûlkirin lê îtîraza Mûşê hat redkirin. Sirri got ku di encamên hilbijartinê de gûmen hene.