Meclîsa SMŞ'ê civînek li dar xist û Komîteya Aboriyê ava kir

  • 15:33 6 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca nirxandina rewşa malbat, kar û xebatên Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê îro civînek berfireh hat lidarxistin. Di civînê de Komîteya Aboriyê hat avakirin.
 
Îro li Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê zêdetirî  160 malbat, hevjîn û dayikên Şehîdan amade bûn û civîna 3 heyvan li dar xisitin. Di civînê de Heverokên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hêvî Seyîd û Hesen Ibêd her wiha Endama Koordinasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Leyla Mustefa , amade bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê, rapora 3 heyvan a Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûrê, ji aliyê rêveberiyên saziyê ve, hat xwendin. 
 
Di raporan de rewşa dayik, hevjîn û malbatên Şehîdan hat nirxandin û bal kişandin ser rola malbatên şehîdan di pêşxistina kesayet û xwedîderketina li ked û soza şehîdan.  Di heman demê de pirsgirêkên ku malbat û hevjînên şehîdan pê rû bi rû dimînin, hatin nirxandin.
 
Paşê Endama Koordinasyona Kongreya Star Leyla Mustefa  axivî û wiha got: "Îro bi ked û têkoşîna şehîdên me,  em  gihaştine vê serkeftinê. Şehîd pira di navbera jiyan û mirinê de ne. Li hember nakokî û tevlîheviyên ku di nava civakê de derdikevin divê malbatên şehîdan têkoşîneke mezintir bide. Divê em layîqê xwîna şehîdan bin û riya wan bişopînin. Ji ber ku şehîd şev û rêkên tarî ronî kirin."
 
Paşê malbatên ku pirsgirêk jiyîne ji bo çareseriyan nîqaşên berfireh hatin meşandin. Herî dawî jî malbat û hevjînên Şehîdan Komîteyê Aboriyê  ava kirin.  
 
Civîn bi dirûşmên  'Şehîd Namirin' û 'Bê Serok Jiyan Nabe'  bi dawî bû.