Rêxistinên civakî yên sivîl 'çalakiya mafê jiyanê' dan destpêkirin

  • 14:55 6 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan grevên biçîbûnê ku destpê kirine roj bi roj belav dibin.  Li Mêrdînê rêxistinên civakî yên sivîl  ji bo raydar bikevin tevgerê “çalakiya mafê jiyanê” dan destpê kirin.
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leuyla Guven çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û ev çalakî  piştre  li hemû girtîgehan belav bû. Heta niha li dijî tecrîdê ji 6 ji girtîgehan 8 kesan dawî li jiyana xwe anî. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê û ji bo îktîdar bersivê bide daxwaza girtiyan daxûyaniyek hevbeş hat dayîn. Bi navê Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdîn endamên Şaxên KESK’ê yên Mêrdînê  tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê saziyan Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê yê Mêrdînê Mustafa Bozan daxûyanî xwend.
 
Mustafa, anî ziman ku demokrasî, hiqûq û rûmeta gerdûnî ye, divê li gel hev bijî û divê bigihînin nifşên nû û wiha got: “Di pratîkê de tiştên ku tên jiyîn sepandinên antîdemokratîk û bêhiqûqî yên îktîdarê ne. Di vê oxirê de bi hezaran mirovên me ji bo azadiyê canê xwe feda kirine. Em wek rêxistinên civakî yên sivîl hêman û têkoşîna me li dijî bêhiqûqiya li gerdûniyê, ji bo avabûna demokrasiyê û ji bo azadiya civakî ye. Heta niha gelek girtiyan jiyana xwe ji destdan, lê îktîdar ji nedîtî ve tê. Ger ku ev pêvajo wiha derbas bibe dê mirin zêde bibe. Ev rewş dê bibe sedama têkçûna azadiya civakê û birînên nû veke."
 
'Ji bo îktîdarê bang'
 
Mustafa, di berdewama axaftina xwe de got nahêlin ku bijîjkên xweser li girtîgehan rewşa girtiyan bişopînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Rewşa girtiyan her ku diçe xiraptir dibe. Şekir, vexwarin û vîtamîna B1  nadin girtiyan. Girtî di rewşeke gelek krîtîk re derbas dibin. Ji bo azadiyek civakî hemû kes divê xwedî li girtiyan derbikevin.  Bêyî ku dereng bê mayîn em bang li îktîdarê dikin ku bi erka xwe rabe.”
 
Daxûyanî bi dirûşma bi dawî bû. Piştî daxûyaniyê rêxistinên civakî yên sivîl ji bo 8 saetan “çalakiya mafê jiyanê” dan destpêkirin.