Telefonên rojnamegeran hatin guhdarkirin!
- 12:47 6 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê, di çarçoveya biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê de, di pêvajoya hilbijartinê de telefonên gelek rojnamegeran hatin guhdarkirin.
Derket holê ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê, li gorî daxwaza Şaxa TEM’ê ya Wanê, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê gelek rojnamegerên li Wanê dijîn de, biryara guhdarkirina telefonên wan daye. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê di 21’ê Kanûna 2018’an de vê biryarê dide û li gorî biryarê bi qasî 2 mehan telefonên nûçegîhanên me Hîkmet Tunç Kûmlî, Zeynep Tûrgût, Rengîn Azîzog û Adnan Bîlen, Muidat Can, Oktay Candemîr, Arîf Aslan û Mesût Bagci hatin guhdar kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, biryara guhdarkirina 2 mehan a dadgehê nirxandin û biryar da ku lazimî bi lêpirsînê tuneye.