HDP û DBP çûn şîna Mahsum

  • 12:33 6 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Heyetek ku ji HDP û DBP'ê pêk tê çûn şîna Mahsum Pamay yê ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Xarpêtê dawî li jiyana xwe anî.
 
Mahsum Pamay  li dijî tecrîda li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Xarpêtê dawî li jiyana xwe anî. Mahsun li Navçeya Cizîra Şirnexê tevî dorpêçkirina polîsan hat definkirin. Piştî ku karê definkirinê qediya şûnde şîn li Kuçeya Dagkapiyê hat danîn. Parlamenterên HDP'ê Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz û Hevserokên Şaredariyên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu jî çûn şînê. Heyeta ku çû şînê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin. 
 
Heyetê berê dua xwend û piştre sersaxî ji malbatê xwest. Malbatê jî got "Bila serê Gelê Kurd sax be". 
 
'Divê dawî li vê bêdengiyê were'
 
Hasan Ozguneş axaftnek kurt kir û got:"Li zindanan îro serîhildanek mezin heye. Çi dibe em hemû dizanin. Lê dewlet li dijî vê yekê bêdeng e. Divê mirin çê nebe. Divê ji bo vê yekê gav bê avêtin. Divê dawî li vê bêdengiyê were. Ji her alî daxuyanî hat dayin û hat gotin ku bila girtiyên di grevê de ne dawî li jiyana xwe nînin. "
 
Dê malbat 3 rojî şînê dîne.