Li Mexmûrê koma 38’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt
- 11:05 6 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ya ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin îro ji aliyê koma 38'emîn ve dewir hat girtin.
Çalakiya ku bi pêşengtiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatibû destpêkirin li seranserî cîhan û Kurdistanê belav bû. Bi piştgiriyek mezin didome. Li Wargeha Mexmûrê jî di 16'ê Kanuna 2018’an heta niha çalakiya greva birçîbûnê didome.
Çalakiya dewirgirtinê saet di 8:30’an de li Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin hat destpekirin. Li ser navê koma 37’emin Hekim Teymur axivî û got: "Bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja ji dayikbuna Rêber Apo li hemû gelê cîhanê pîroz dikin. Heta ku Rêber Apo azad nebe aştî pêk nayê. Loma divê hemû kes ji bo azadiya Rêberê me li berxwe bide. Em ê heta ku tecrîd bi dawî bibe li berxwe bide."
Çalakiya dewirgirtinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana zindanan’ bi dawî bû.