Ji Almaz Pamay bang: Êdî ranezên dengê xwe derxin
- 10:45 6 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Dayika Mahsum Pamay, Almaz Pamay ê ku ji bo tecrîdê protesto bike li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê dawî li jiyana xwe anî wiha got:"Êdî ranezên deng bidin ciwanan.
Mahsum Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kir û dawî li jiyana xwe anî. Mahsum ê ku ji Şirnexê ye, di sala 2015-16'an de di serdema qedexeya derketina derve de hatibû girtin û 28 sal ceza lê hatibû birîn. Heta niha 7 girtiyan ji bo tecrîd bi dawî bibe dawî li jiyana xwe anîn. Dayika Mahsum, Almaz Pamay bang li rêxistinên mafên mirovan kir û got:"Êdî ranezên."
'Bila ciwanên me êdî nemirin'
Almazê got:"Dema ku lawê min ket girtîgehê kîloyî wî zêde bû. Ev çar sal in di girtîgehê de gelek kîlo dabû. Ez du cara çûm wî bibînim. Gelek kîlo dabû. Lawê min bê sûc kirin girtîgehê. Ji 1'ê Gulanê heta niha di greva birçîbûnê de bû. Herî dawî dema ku ez lê geriyam got'Em sê kes di hucreyê de ne û ew ê me jî belav bikin bişînin girtîgehên cuda'. Digot 'Gelek zext li ser me hene'. Bila ev zext û tecrîd êdî bi dawî bibe. Bila ciwanên me êdî nemirin. Bila êdî aştî û aramî bê vî welatî."
'Çima herkes radizê?'
Almazê bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletan kir û got:"Bila zarokên me nemirin. Bila hemû kes tiştekî bikin. Mirov hemû radizên. Çima herkes radizê? Bila ev zextan demildest bi dawî bibe. Bila êdî ciwanên me di girtîgehan de dawî li jiyana xwe nînin. Bila hemû kes ji bo zarokên xwe têbikoşin. Bila êdî ev zilim bi dawî bibe. Zarokên me saglem dikevin girtîgehan lê piştre cenazeyên wan derdikevin."