'Girtiyên li Girtîgeha Şirnexê hatin derbkirin'

  • 09:38 6 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Girtiyên di Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Şirnexê diyar kirin ku tevî tê zanîn girtî di greva birçîbûnê de ne jî hejmara li ser lingan li wan  ferz dikin û bang kirin ku ji bo hinekî din jî jiyana xwe ji dest nedin bila daxwaz bên qebûlkirin.  
 
Çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê yên ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, hatibû destpêkirin didome. Niha li girtîgehan dora 7 hezar kesî di greva birçîbûnê de ne û çalakiya hinek kesan 100 roj derbas kiriye. Ji meha Çileyê heta niha li  Girtîgeha Girtî ya Tipa T a Şirnexê 20 kes di greva birçîbûnê de ne. Hat diyarkirin ku li girtiyên di greva birçîbûnê de hejmara li ser lingan hatiye ferzkirin û hatine derbkirin. 
 
'Ji 58 kiloyê daketiye 40 kîloyî'
 
Hevsera Onder Poyraz, Firdevs Poyraz a ku çû hevdîtina vekirî got:"Onder ji 31'ê Çile heta niha di greva birçîbûnê de ye. Heta niha 18 kîlo daye. Dema ez çûm hevdîtinê min dît ku rewşa gelek girtiyên di greva birçîbûnê de ne ne baş in. Hevserê min di hevdîtina din de 5 carî verşiya. Ji 58 kîloyî daketiye 40 kîloyî. Êdî nikarin qayişê jî bi kar bînin. Kincên bi lastîk li xwe dikin. Hevserê min bêyî ku sûcê wî hebe di serdema qedexeyan de ji pişta xwe birîndar bû û hîn ku tedawiya wî nehatibû temamkirin hat girtin. Piştre jî cezayê muebeta giran girt. Hîn jî birîna wî tam baş nebûye. Ji 31'ê Çileyê heta niha di greva birçîbûnê de ye." 
 
'Girtiyên di grevê de ne hatin derbkirin'
 
Fidevsê da zanîn ku rewşa hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne her ku diçe girantir dibe û wiha dewam kir:"Dema ku em di hevdîtinan de dibêjin 'dawî li grevê bînin' ew dibêjin 'em dev ji têkoşîna xwe bernadin'. Tenduristiya wan ne baş e. Qebûl nakin ku biçin muayene û tedawiyê. Tenê dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin. Jixwe li şerdên girtîgehan gelek dijwar e, gelek zextan li girtiyan dikin. Herî dawî girtiyên di grevê de ne hatin derbkirin. Bi zaneyî hejmara li ser lingan li girtiyan ferz dikin. Heta ku rewşa wan xirabtir nebûye divê tiştek bê kirin." 
 
'Divê em bibin dengê wan'
 
Firdevsê herî dawî diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û wiha got:"Bila hîn zêde mirin çê nebe. Em li vir piştigiriyê bidin girtiyan. Divê em bibin dengê wan."
 
Girtiyên di greva birçîbûnê de ne navên wan wiha ne:
 
*Jinên girtî yên ku di 15'ê Adarê de beşdarî çalakiyê bûn: Fatma Çetinkaya, Zeynep Mete û Rojda Topçu.
 
*Girtiyên ji 16'ê Çile heta niha di greva birçîbûnê de ne: Hakan Kutluk, Agit Bilik û Osman Beytur. 
 
*Girtiyên di 31'ê Çile de beşdarî çalakiyê bûn:Onder Poyraz, Salih Kutluk û Hakan Petekkaya. 
 
*Girtiyên ku di 1'ê Adarê de beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn: A. Kerim Sevinç, Îzzettin Ormanlı, Mesut Olmez, Abubekir Nenk, Musa Kulter, Halil Kabak, Bahattin Alkış, Yılmaz Ugur, Mahsun Guçlu, Serhat Sevişoglu û Mehmet Ali Bayir.