Mahsun Pamay li Cizîrê hat definkirin
- 09:35 6 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Mahsûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Mahsûn di serê sibêhê de bi dorpêça polîsan li Cizîrê hat definkirin.
Mahsûn Pamaya 22 salî li Cizîrê dayik bûye li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpetê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî. Heyeta ku ji malbat û parlamenteran pêk dihat ji bo cenaze bigirin berê xwe dabûn Xarpêtê. Heyet cenaze di seat 01.00'an de girt û berê xwe dan Cizîrê û serê sibêhê gihiştin Cizîrê.
Cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat rawestandin. Welatî, rêveber û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li ber nexweşxaneyê rawestiyan lê polîs ji bilî parlamenteran nehişt kesek li vir bimîne.
Cenaze piştî vecîbeyên olî birin Goristana Asrî ya Cizîrê. Goristan ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Ji bilî malbatê nehiştin kes tevli merasîma definkirinê bibin. Xizmên Mahsûn nêrazîbûn nîşanê zext û zordariya polîsan da û wiha got: "Dibêjîn biratî, gelo li kuyê biratî? Tiştên ku tê serê me bila bê serê wê jî." Dorpêça polîsan a li gorîstanê piştî merasîma definkirinê jî dom kir.