Dayikên girtiyan:Qedera Kurdan naguhere

  • 09:15 6 Nîsan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên berê ji bo bav û hevjînên xwe li ber girtîgehan berxwe dan, niha jî ji bo zarokên xwe têdikoşin. Dayikên girtiyan diyar dikin ku dem derbas bibe jî qedera Kurdan naguhere û got wan xwe dîtiye nedîtiye têdikoşin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 150’emîn de didome. Çalakiya koma ewil a li girtîgehan dest pê kir jî di roja 112’an de ye.
 
Jina bi navê Hayriye Demîr 3 zarokên wê di girtîgehê de ne û yek jê 37 roj e di grevê de ye. Hayriyeyê daxuyakirin ku hemû jiyana wê li ber derê girtîgehan derbas bûye û got: “Min bav û hevjînê xwe di îşkenceyê de winda kir. Ji ber zarokên xwe bi fikar im. Keça min 15 sale ceza girt, 10 sale di girtîgehê de ye. Kurê min 36 sal ceza girt û 26 sale girtiye. Kurê min ê din 6 sal û nîv ceza girt û 2 sal şûnde wê bê berdan. Niha em çawa berxwe bidin. Ez nizanim çawa têbikoşim. Ez ê tevî her tiştî ji bo zarokên xwe berxwe bidim.”
 
Hatiyeyê bang li serokomar Tayyîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan kir û got: “Hîna wê çend can biçin. Ji bo wijdanê we nerehet bibe divê çend ciwan bimirin? Ev ciwan aştiyê dixwazin. Azadiyê dixwazin. Ji we tiştekî naxwazin. Tecrîdê rabikin bila grev bi dawî bin. Em malbat divê çi ji destê me bê em bikin.
 
‘Ez her tim li ber girtîgeham bûm’
 
Ayten Arikboga jî destnîşan kir ku 3 zarokên wê di girtîgehê de ne û divê grev demildest bi dawî bin. Aytenê got zarokekî wê 46 roje di grevê de ye û min xwe dît nedît ez li ber deriyê girtîgehan bûm. Aytenê bang kir ku divê daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û bila êdî nemirin.