‘Divê nêzîkatiya me li hemberî tecrîdê zelaltir be’

  • 09:10 6 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê ya KESK’ê Done Gevher diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû pêşeroja zarokan û civakê kiriye û wiha got: “Ez ji pêşerojê bi fikarim. Ji ber vê divê nêzîkatiya me ya li hember grevê zelal be.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven li girtîgehê bi armanca şikandina tecrîdê hat destpêkirin didome. Nêzî 7 hezar girtî çalakiya xwe didomînin. 
 
‘Divê pêngav bê avêtin’
 
Done bertek nîşanî bêdengiya desthilatdarî û muxalefetê ya li hemberî grevên birçîbûnê rexne kir û bi lêv kir ku ji ber nêzîkatiya yekparêz a desthilatdariya siyasî her qad ketiye bin tecrîdê û wiha nerînên xwe anî ziman: "Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Pêkanînek tecrîdê ya li ser civakê belav bûye heye. Nêzîkatiyek bi fikar heye. Kes dengê xwe dernaxe. Divê ev bê gotin. Tenê hiştina mirovekî rêbazeke îşkencê ya cidiye. Niha wek rêbazek îşkencê pergala tecrîdê ya Îmraliyê heye. Divê muxalefet li dijî vê dengê xwe bilind bike.
 
‘Ez ji pêşerojê bi fikarim’
 
Done di berdewamiyê de diyar kir ku ew wek KESK’î jî bi dijhiqûqiyên cidî re rû bi rû ne û wiha axivî: “Li cihên kar pirsgirêka baweriyê heye. Mirov di têkiliyan de bi awayekî cidî pisgirêkan dijîn. Heval li hember hev bi gumanin. Ji ber vê heta hawir neguhere, aramiya civakê jî ne pêkane. Ji ber vê ez ji pêşerojê bi fikarim. Divê em li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.” Done balkişand ser grevên birçîbûnê jî û divê dewlet berpirsyariya xwe demildest bîne cih û daxwaza girtyan bîne cih.