ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 6 Nîsan 2019
  • Rojev
* Zuhal Guneş ya wek namzeta Meclîsa Jinan a Manîsayê keyatî qezenc kir, ji bo taxa Hafza Sultan ket nav tevgerê. Zuhal xwe amade dike ku bi jinan re taxeke ku dikarin lê bijîn, navendên jinan heta koperatîfan gelek projeyan wê bikin jiyanê û her wiha da zanîn ku hedefek wan ya din jî ‘însiyatîfa keyayane’. DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Sîbel Çobandede ji aliyê Cahît Çobandede ve ku 6 mehan pê re zewicandî mabû ve rastî îşkenca sîstîsmatîk hat û hat qetikirin. Nameyeke Sîbelê ku mehek beriya bê qetilkirin nivisiye derket holê. Yek ji tespîta herî mezin a îşkencê di nameyê de ye û tevî delîl û şahidan jî Cahît hîna ceza negirtiye.
 
*Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku stratejiya bi armanca demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk anîne bi ser ketiye û got ne globalbûn, bi piştevaniyê demokrasî derketiye pêş.
 
*Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê ya KESK’ê Done Gevher diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû pêşeroja zarokan û civakê kiriye û wiha got: “Ez ji pêşerojê bi fikarim. Ji ber vê divê nêzîkatiya me ya li hember grevê zelal be.” DÎMEN HEYE
 
*Li Bazid a Agiriyê li taxa Hasankeyfê jina bi navê Mesmegul Ozdemîr ya li dijî 12 namzetên mêr têkoşîn da bi 379 dengî bû keya. DÎMEN HEYE 
 
*Jinên berê ji bo bav û hevjînên xwe li ber girtîgehan berxwedidan, niha jî ji bo zarokên xwe têdikoşin. Dayikên girtiyan diyar dikin ku dem debas bibe jî qedera Kurdan naguhere û got wan xwe dîtiye nedîtiye têdikoşin. DÎMEN HEYE