Ji bo cenazeyê Mahsûn bigirin malbat berê xwe da Elezîzê

  • 17:02 5 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Mahsun Pamay li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, malbata Mahsûn ji bo cenaze bigirin bi rê ketin. 
 
Mahsûn Pamaya 22 salî li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Rayedarên girtîgehê agahî dan malbatê. Mahsûn li Cizîra Şirnexê hatiye dinê û malbat ji bo cenaze bigire bi rê ket. Koma ku ji malbata Mahsûn, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan a Şirnexê Nûran Îmîr û xizmên Mahsûn tê de bi rê ketin. Cenazeyê Mahsûn Pamay li Dezgeha Tipa Edlî a Elezîzê tê rawestandin. Her wiha dê cenazê li Goristana Cîzre Asriyê bê defînkirin.