'Her kêliya ku diçe xirabtir dibe'

  • 14:57 5 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku girtiyan ji bo mafê xwe rewa û hiqûqî dest bi çalakiyê kirine û xwest AKP li gorî peymanê ku îmze kirine tev bigere. 
 
Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) û parlamentera HDP'a Colomêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 149 roj in di greva birçibûnê de ne. Koma yekem a li girtîgehan hatî destpêkirin ket roja 111'an. Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê û parlamentera HDP'a Êlihê Ayşe Acar dosyaya ku derbarê greva birçibûnê de hatî amadekirin li avahiya HDP'a bajêr a Amedê aşkera kir. Parlamenter Dêrsîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç a ku greva birçibûnê didomin tevli civînê bûn. Her wiha endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, hevşaredarên navçeyan jî tevli civînê bûn. 
 
'Rewşa girtiyan xirabtir dibe'
 
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser çapemeniyê û wiha got: "Tenê rojeva televîzyon û rojnameyan encamên hilbijartinê ye. Di 8' ê Kanûnê 2018’an de heta îro yek rojeva me heye û ev ji greva birçibûnê ye. Birêz Ocalan ji hemû maf û hiqûqa ku hemû girtî xwedî maf in nikare sûdê bigire. Îro bi hezaran kes bi vê sedemê ketine grevê û grev her ku diçe belav dibe. Lê hikûmet bêdeng e û li benda mirinan disekine. Em naxwazin cenaze li girtîgehan derkevin." 
 
Her wiha Ayşe di raporê de bal kişan ser cenazeyên ku li girtigehê derketin û wiha got: " Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Êdî em mirinan naxwazin."
 
Ayşe anî ziman ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 149, Nasir Yagiz li Hewlerê 136 roj, li girtîgehan girtî 111 roj in di grevê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kêliya derbas dibe bêtir rewşa çalakgeran krîtîk dibe. Bandora grevê ya li ser girtiyan her ku diçe bêtir giran dibe. Îktîdara ku li hemberî van daxwazan bêdeng dibe bêtir li ser kesên li ber xwe dide zextan zêde dike. Me berê jî hikûmet hişyar kiribû ku girtiyan navêjin yek hucreyê."
 
Parlamenter Ayşe der barê rewşa girtiyan de jî agahî parve kirin û wiha got: 
 
" * Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Engin Aktaş 34 rojin di grevê de ye û 2 milê wî tune. Lê niha bi tenê tê hiştin. Ji bo îşkenceyê lê bike bêyî lîmonê perçe bike didin wî. Ev hem heqaret û hem jî îşkece ye. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê Zerdeşt Oduncu 110 rojin di grevê de ye. Xwin verdişe. Piyê wi yê çepê pûç e. Piyê wî yê rastê nîv felç e. Bi tena serê xwe tê hiştin. 
 
* Li Girtîgeha tipa T2 ya Kayseriyê Mehmet Aydın Sogut û Sakıp Hazman bi tena serê xwe di yek hucreyê de tên girtin. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasya Kadir Kaplan, Fethi Yaşa, Turgay Ustunbaş, ji 1'ê Adarê ve ketine grevê û du hicreya yek kesî de tên girtin. Vitamîn nadin wan. 
 
'Bêdeniya CPT'ê nayê qebûlkirin'
 
Ayşe destnîşan kir ku wekî tiştek tune be hikûmet bêdeng û naxwaze bibîne û wiha bi dawî kir: "Bê hiqûqî hatiye asta 1980 û 1990’an. Îktîdar her roj sûc dike. Ger ku tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar hikûmet e. Heta niha ji bo tecridê şermezar bikin 6 girtiyan dawî li jiyana xwe anî. Em bang li îktîdara AKP'ê dikin ku li gorî hiqû, zagon û peymanên îmze kiriye tev bigerin. Em bang li DMME, CPT, Konseya Ewropa dikin ku li hemberî van daxwazên çalakgeran bêdeng nemînin. Bêdengiya CPT nayê qebûlkirin."