Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 14:14 5 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL – Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Mehmet Ocalan ji 11’ê Îlona 2016’an heta 12’ê çileya 2019’an cara yekem hevdîtin pêk anîbû.