Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê: Nedayina mazbatan li dijî vîna gel bê rêzdarî ye
- 14:11 5 Nîsan 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê 31’ê Adarê hilbijartinên herêmî pêk hatin û li gorî encamên ku di sindoqan de dertketî HDP’ê li gelek bajarên ku ji aliyên qeyûman ve hatine desteserkirin, ji qeyûman girtin. Lê tevî encamên ku di sindoqan de derketin AKP îtîraz dike. Li Colemêrgê mazbatên hevşaredarên HDP’ê nayên dayîn. Têkîldarî mijarê daxuyanî hate dayîn
Li Tirkiyeyê 31’ê Adarê hilbijartinên herêmî pêk hatin û li gorî encamên ku di sindoqan de dertketî HDP’ê li gelek bajarên ku ji aliyên qeyûman ve hatine desteserkirin, ji qeyûman girtin. Li gel vê encamê li gelek bajarên ku HDP’ê şaredarî girt AKP îtîraz dike û mazbatan nadin. Li navenda Colemêrgê HDP’ê 59,97 hezar deng hildan. Lê tevî encama ku di sindoqan de derketî AKP’ê îtîraz kir. Têkîldarî nedayîna mazbatan rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê bi tevlîbûna Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadiroglu Ataş, Cîhan Karaman û rêxistinên HDP’ê û DBP’ê li avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Turan ve hate xwendin.
‘Îtîrazên AKP’ê nenaskirina vîna gel e’
Sîpanê diyar kir ku îtîrazên AKP’ê tê wateya nenaskirina vîna gelê Colemêrgê û wiha axivî;”Di pêvajoya hilbijartinên herêmî de hikûmeta AKP’ê her listîkek lîst û xebatên xwe bi awayekî bêhihuqî dan meşandin. Niha ji bajarên ku me bi dengekî mezin girtin îtîraz dike û vîna gel qebûl nake. Li Colemêrgê me bi dengekî mezin şaredarî girt. Lê ji ber ku îtîrazên AKP’ê didomin ji hevşaredarên me re mazbata nayên dayîn. Di vê hilbijartinê de li Colemêrgê 8 hezar û 555 deng ferq heye. Bi kîjan aqlî AKP îtîraz dike? Ev îtîraz bêtehemmuliya li dijî vîna gel e. Em ji rêvebir û hiquqnasên AKP’ê dipirsîn, ew îtîraza ku ew dikin gelo exlaqî û hiquqî ye? Lê ew dîsa jî dengan hilbijêrên wê encam neguhere. Gel biryara xwe daye. Ev bê rêzdariya li dijî vîna gel e. Bila gelê me bizane be ku em ê şopdarê îtîraza bin û şaredarîyên xwe nedin AKP’ê.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.