Li Şengalê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
- 12:12 5 Nîsan 2019
- Rojane
Nesrîn Hisen/Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL - Li Şengalê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şahiyek bi heybet hat pîrozkirin. Pirozbahi li Geliyê Kersê Baxçeyê Serokatî hat pîrozkirin.
Bi kombûna gel û saziyên Şengalê û bi tevlêbûna Ciwanan li Baxçeyê Rêbertî ji bo 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalanşahî hat lidarxistin. Di serîd de çand û hûnera Êzîdxanê bi lêdanê def û erbenê gel kom bûn û berê xwe dan cihê ku dar lê hatin çandin. Zarok jî bi kêfxweşî beşdarî şahiyê bûn.
Di çandina daran de gelek jin û zarok kefxweş bûn. Her wiha ji bo 4'ê Nisanê jin axîfvîn û kefxweşiya xwe anîn ziman.
Berfê Elyas wiha got: “ Vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim. Li girtiyên hemû zindanan, gerîllayên serê çiya û tevahi gelên berxwedêr, Leyla Guven pîroz dikim û silavên xwe dişînin. Rojbûna Rêbertî Rojbûna tevahi rojbûna mirovahiyê ye, dayik, jin û zarokên Şengalî ne. Rojbûna Rêbertî li her mirovên ku ji bo heqqîqetê têdikoşe pîroz be.”
Emşe Şengalî jî wiha hestê xwe anî ziman: “ Îro rojbûna Rêberê me ye. Ev roj li hemû gelê Kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku rojbûna Rêbertî bibe wesileya dawîbûna tecrîtê. Rojbûna Rêbertî ji bo me gelek bi wate û girîng e. Bi saya fikir û ramanê Rêbertî em pêş ketin. Em îro gelek kefxwe şin ji ber rojbûna Serokatî ye. Serokatî jin azad kir û serê jinê bilind kir.”
Endama Meclisa TAJÊ Kine Xidir jî derbare Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got: “ 4'ê Nisanê li Rêber Apo, şervanên azadî, dayikên şehîdan û hemû jinan pîroz dikin. Em dibêjin serkeftin a me ye. Hêvî û xeyalên me ew e ku rojekê bi rojekê zûtir em Rêber Apo li Çiyayê Şengalê pêşwazî bikin. Em berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyên li zindanan silav dikin.”