Sadiye Sebat bi ser ket: Lê namzetên mêr îtîraz kir
- 10:36 5 Nîsan 2019
- Rojane
Gûlîstan Azak
AMED - Li taxa Şehîtlîka Amedê di nav 7 namzetên keyayê de jina bi navê Sadiye Sebat jî hebû. Di nav namzetan de herî zedê deng girt û bi ser ket. Lê Sadiyê ji hêla namzetên mêr we rastî lîncê hat û xwestin mafê wê bin pê bikin.
Di 31'ê Adarê de hilbijartinên herêmî di bin zext û zordariyê de pêk hat. Li gelek bajar, navçe, bajarok, gund û taxan îhlal pêk hatin. Her wiha di hilbijartina keyatiyê de jî gelek gengeşî derketin. Li taxa Şehîtlîk a Amedê 7 keya ketin hilbijartinê û di nav de yek jî jina bi navê Sadiye Sebat bû. Sadiye dengek pir girt û bi ser ket lê rastî kampanyaya lîncê hat. Sadiye 310 deng ji namezetên din zêdetir girt. Ji bo Sadiyeyê hat îdiakirin ku "terorîst e û propangadaya jinê dike".
'Min daxwazname dît'
Xizmên namzetê keyayê F.G'yê ji bo Sadiyeyê wiha gotibûn: "Tu çima dibêjî ez keyayêke jin im û em nahêlin ku tu bê bijartin." Her wiha F.G. li dijî encamên hilbijartinê derket û îtîraz kir û di îtîraza xwe de ev tişt gotin: "Sadiye girêdanbûna wê ya bi Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan re heye. Wekî HDP'iyan diaxivê." Sadiye dema çûye Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) daxwaznameya derbarê wê de hatî nivîsandin dît û Sadiye wiha axivî: "Tiştên ku hatî nivîsandin pir balkêş bû. Gelek tişt hatibû nivîsandin ji ber ku bi xeletî daxwazname dan destê min piştî şûnde daxwazname ji destê min girtin û min nikaribû bi tevahî di derbarê min de çî hatiye nivîsandin bibînim. Gelek tişt li derve dihat gotin lê min bawer nedikir, piştî ku min daxwazname dît ez matmayî mam."
'Ez ê li pêy mafê xwe bim'
Sadiye destnîşan kir ku gotegotên ku derketin ne rast in û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo min gotin dê dest ji keyabûnê berde lê ne rast e. Xebatên ku jin dikin wekî xebateke terorîstî tê nîşandan. Bi taybetî ev êrîş li hemberî jinê pêk tê. Ez jin im û ez ê propagandaya jinê bikim, daxwazên jinan guhdar bikim û bi taybetî ji bo jinê û daxwazên jinê xebatan bikim. Şêniyên taxê di hilbijartinê de xwestin ez bibim keyaya taxê. Ez dixwazim dek û dolabên ku pêk hatî bên zelalkirin. Bila mafê min bin pê nekin. Ez ê hertim li pêy mafê xwe bim."