Hevserokên Rezan û Kayapinarê: Em ji gelê Amedê spas dikin

  • 10:13 5 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Hevserokên HDP'yî yên Şaredariyên Kayapinar û Rezan yên ku bi serkeftinek mezin şaredarî ji qayyimê paşve girtin ji hemû gelê Amedê yên ku çûn ser sindoqan spas kirin û diyar kirin ku ew ê bi gel re sîstemek nû ya şaredariyê têxin meriyetê. 
 
Hevserokên HDP'yî yên Şaredariyên Kayapinar û Baglarê yên ku bi serkeftinek mezin şaredarî ji qayyimê paşve girtin ji hemû gelê Amedê yên ku çûn ser sindoqan spas kirin. HDP li Şaredariya Rezan ji sedî 70,34 ya Kayapinarê ji sedî 66,35'an bi ser ket û şaredarî ji qayyim paşve girt. Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz û Hevseroka Şaredariya Rezan Zubeyde Zumrut encamên hilbijartinê nirxandin.
 
'Gel hêrsa xwe li ser sindoqan derxist holê'
 
Kezibanê da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de wan li deriyê hemû malan xistine û niha jî ew ê her tevî gel bin û wiha got:"Tu kes nema ku em neçûn ber deriyên wan. Çapemeniya neteweyî tevî ku sansur li ser HDP'ê danî jî bi hêza xwe me hewld da ku em bigihêjin hemû kesî. Hêzên emniyetê jî her dem zordestî li me dikirin lê li dijî van zordestî û astengiyan me li berxwe dan. Gel piştigiriyek mezin da me. Gel jixwe dizane ew ê ji bo çi dengê xwe bide kê. Gel bi biryar bû ku li îradeya xwe xwedî derkeve. Gel li dijî kesên ku îradeya gelan her xesp dikir bi hêrs bû û ev hêrsa xwe li ser sindoqan diyar kirin."
 
'Bi awayekî hovane êrîşî şaredariyan kirin'
 
Kezîbanê anî ziman ku ji dema qayyim tayînî ser şaredariyan bûne heta niha butçeya şaredariyê talan kirine û wiha dewam kir:"Em hînbûn ku navêndên çand û hunerê, kompleksên werzîşê, pirtûkxaneya şaredariyê, hinek erdên girêdayî şaredariyê berî hilbijartinê dewrî saziyên dewletê kirine. Gel dît ku alavên li saziyan çawa hatin talankirin. Me dît ku qayyim ne ji bo xizmetê ji bo gel û şaredariyan talan bikin hatine tayinkirin. Bi awayekî hovane êrîşî şaredariyan kirin."
 
'Dê têkoşîna me hiqûqî bidome'
 
Kezîbanê da zanîn ku dê texrîbata ku  qayyim li dû xwe hiştiye bi gel re ji holê rake û wiha dewam kir:"Me ji roja ewil de digot em ê emaneta gel dîsa paş de bistînin û lê xwedî derkevin. Me digot em ê bi gel re bi rê ve bibin. Mê emaneta gel bi dengên gel paşve girt. Em ê bi gel xebatên xwe bidomînin. Em ê ji bo alavên ku dewrî saziyên dewletê hatine kirin têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Em ji gelê xwe re spas dikin. Wan bersiva pêwist dan. Em ê ji hevalên xwe yên partiyî yên ku ji destpêkê de heta niha bi me re xebitîn jî spas dikin."
 
'Her dengek li dijî tecrîdê jî hat dayin'
 
Hevseroka Şaredariya Rezan a Amedê Zubeyde Zumrut jî ji bo herkesê ku dengê xwe bi kar anîn  spas kir û wiha got:"Gelê li Rezan di vê pêvajoyê de rola xwe baş anîn cih. Her dengek li dijî tecrîdê jî hat dayin. Gel ji bo azadiya xwe çû ser sindoqan. Em hêvî dikin ku pêvajoya li pêş me bêtir aram be û bêtir gel bigihêje mafên xwe. Dengên gelê me ji bo pêvajoyê bû bersivek jî. Em dîsa ji bo hemû kesên ku ked dan spas dikin. HDP bi ser ket, Amed bi ser ket. Serkeftin a me ye."