Dayikên Roboskê: Li Şirnex û Qilabanê hilbijartinek adîlane pêk nehat
- 09:14 5 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Dayikên Roboskê, balkişand ser leşker, polîs û memurên di pêvajoya hilbijartinê de hatine Şirnex û Qilebanê û got: “Hilbijartinek adîlane pêk nehat. Ger bihata kirin, wê HDP’ê yanî yê me yê bi ser biketa.”
Şirnexa ku ji berê de rastî zextên dewletê tê, tevî hemû zextan di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de tercîha xwe li alî DBP’ê bi kar anîbû. DBP’ê di hilbijartinên 2014’an de ji sedî 59,6 deng girt û AKP’ê jî ji sedî 29,3 deng girt. Piştre bi îlankirina rêveberiyên xweser re bajar xistin bin dorpêçê û di çarçoveya qedexeyên derketina derve de hemû xanî hatin hilweşandin û welatiyan koç kiribûn.
Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de tevî hemû zext û astengiyan HDP’ê xebatên xwe bi tevlîbûnek mezin meşandin.
Di 31’ê Adarê de hilbijartin di bin dorpêça leşker û polîsan de pêk hat. Li gorî encamên hilbijartinê, HDP’ê li Şirnexê ji sedî 35.4 deng girt û AKP’ê jî ji sedî 61,32 deng girt.
Li Qilabanê jî DBP’ê ku di hilbijartinên 2014’an de ji sedî 78,5 deng girt, AKP’ê ji sedî 16,7 deng girtibû. Di 31’ê Adarê de HDP’ê ji sedî 33,14 deng girt, AKP’ê ji sedî 58,98 deng girt.
‘Tu zext nikarin me bitirsînin’
Dayika Hamza Encu yê di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dabû, Kadiye Encu bertek nîşanî girtina şaredariyên Şirnex û Qilabanê ya ji aliyê AKP’ê ve û got: “Encamên hilbijartinê rastiyê nîşan nadin. Beriya hilbijartinê ez çûm nexweşxaneyê. Min şahidiya hatina leşker, polîs û memûran kir. Gel xistin bin zextê. Sindoq ji gundan rakirin. Tevî hemû zextan gelê Şirnexê deng da partiya xwe.”
‘Em naxwazin kes bimire’
Dayika Serhan Encu yê di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dabû, Halîme Encu, da zanîn ku gelê Şirnexê heta îro tu car li dijî zextan serî netewandiye û got ji vir şûnde jî wê netewîne. Halîmeyê da zanîn ku tevî êşên jiyane ew naxwazin kes bimirin û got hêviya wan ev e ku aştî û aramî bê welat.
Dayika Cemal Encu, Hazal Encu jî destnîşan kir ku li Qilaban û Şinexê hilbijartinek adîlane pêk nehatiye û got sindoq ji gund û taxan rakirine Şirnex û Qilabanê û got li her derê leşker û polîs hebûne, ev hilbijartin adîlen pêk nehatiye.