ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 5 Nîsan 2019
- Rojev
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne û wiha got: “Ji vê nokteyê şûnde divê kes bêdeng nemîne. Ji bo zêdetir cenaze ji girtîgehan dernekevin divê her kes xwedî li van daxwazan derkevin û bibin xwedî helwesteke ku bi desthilatdariyê şûnde gavê didin avêtin.” DÎMEN HEYE
*Hevşaredara Hezexê Songul Erdem da zanîn ku wê dawî li talana qeyûm ya li navçeyê bînin û wiha got: “Avahiya şaredariyê tune lê partiya me û malên gelê me hene. Em ê her cureyê xebatên xwe bimeşînin.”
*Ji xizmên girtiyan Nure Terlak diyar kir ku rewşa girtiyên li girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê di grevê de ne giran bûye û wiha got: “Ji bilî me kes ji bo zarokên me tiştekî nake. Divê em bi hev re rabin ser piyan."DÎMEN HEYE
*Dayikên Roboskê, balkişand ser leşker, polîs û memurên di pêvajoya hilbijartinê de hatine Şirnex û Qilebanê û got: “Hilbijartinek adîlane pêk nehat. Ger bihata kirin, wê HDP’ê yanî yê me yê bi ser biketa.”DÎMEN HEYE