Yekîtiya Ciwanên Rojava 4’ê Nîsanê pîroz kir
- 08:40 5 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Yekîtiya Ciwanên Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist .
Bi dirûşma "4’ê Nîsanê Artêşa Egîdan DAÎŞ û faşîzm têk bir" Yekîtiya Ciwanên Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi tevlîbûna şêniyên bajêr şahiyek li bajarê Hesekê li dar xist. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,wêneyên têkoşer Leyla Guven , alên TEV-DEM'ê, PYD' ê û pankartên bi nivîsa "Rojbûna Rêber Apo rojbûna azadiya gelan e" hat xemlandin .
Şahî li Stadyoma Werzîşê ya li Taxa Giwêran a girêdayî Bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, her wiha axaftin li ser navê yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) hat kirin wiha hat gotin: “Rêber Apo dibêje me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikeve. Rojbûna Rêber Apo roja vejîna azad e, em li tevahî ciwan û berxwedana zindanan pîroz dikin .”
Paşî stranên Şoreşgerî ji aliyê Hunermend Zîan Hesekê, Nisrîn botan û Serhed hat gotin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.