Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi dawî bû
- 08:28 5 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Mîhrîcana 4'ê Nîsanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her sal tê lidarxistin, bi dawî bû.
12’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê lidarxistin bi dawî bû. Mîhrîcana ku ji aliyê Saziya Hînkarî û Perwerdeyê ve tê organîzekirin 2 rojan dewam kir. Bernameya mîhrîcanê bi beşdarbûna hemû xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi dawî bû.
Bernameya Mêhrîcanê ku 2 rojan berdewam kir di roja fînalê de danê nîvro bi çandina daran ji aliyê endamên grevên birçîbûnê yên koma 37’an ve li Saziya Malbêtên Şehîdan hat çandin û piştre jî li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi pêşbaziyên werzîşî yên di navbera dibistanên seretayî de bi bernameyên weke; meşa torbe,hêk, mêrû, pêşbirkên Zanistî û Pêşbirkên govendê yên di navbera dibistanên seretayî de derketin ser dikê. Her wiha hunermend Abdulkerîm Sûrçî derket ser dikê û gel bi stranên xwe coşand.
Piştî hunermend Abdulkerîm Sûrçî encamê pêşbaziyên Çand û Werzîşê hat xwendin piştre ji Koma Awazên Çiya derket ser dikê.
12’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê bi dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.