Gelê herêma Firatê rojbûna Abdullah Ocelan pîroz kir

  • 16:57 4 Nîsan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan ji gelê herêma Firatê li gundê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan kom bûn û rojbûna wî ya 70'yemîn pîroz kirin. 
 
Bi diurûşma `Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn` bi sedan ji gelê herêma Firatê, mêvanên ji herêma Cizîrê, Minbic û Dêrezorê, YPJ/YPG, hêzên Asayîşê û  Hêzên erka xweparastinê li gundê El-Pelûrê yê rojavayê Kobanê kom bûn û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Kongreya Star Arîn Kobanê axivî û wiha got: "Rojbûna Rêber Apo zayîna jin û jiyanê ye, bi saya fikir û Felsefeya wî em îro li ser axeke azad dijîn, lê serokê me di bin tecrîdê de ye. Loma divê Gelê Kurd bi giştî û jinên kurd bi taybet bi rihê têkoşîna Leyla Guven li ber xwe bidin.   Em Rêberê xwe rizgar bikin da ku em rojbûna wî bi hev re pîroz bikin."
 
Di heman çarçoveyê de bi navê jinên Dêrezorê Fatma El-Mecîd jî wiha got: "Em weke jinên Dêrezorê piştgiriya xwe ji bo Rêber Abdullah Ocelan nîşan didin û ji bo rakirina tecrîdê em ê têkoşînê bidin."
 
Piştre saziya malbatên şehîdan ya herêma Cizîrê xelatek diyarî Saziya Malbatên Şehîdan kir. Paşê komîteya amedekar a şahiyê xElat da Kongreya Star, Asayîş û HPC`ê.
 
Herî dawî jî koma Amara a kevana Zêrîn, hunermend Rotînda û hunermed Mustefa El-Emîr stranên xwe pêşkêş kirin û gel  govend gerandi.