'Tenduristiya girtiyan girîng e'

  • 16:04 4 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Gebzeyê girtiyên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin, diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyan pir cidiye û hişyariya dibe ku her kêlî mirin pêk bê kir.  
 
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê, cara 5’emîn çû Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, bi girtiyên di grevên birçîbûnê dene re hevdîtin kirin û derbarê rewşa tenduristiya wan de agahî girtin.
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê Gulseren Yolerî der barê hevdîtina bi girtiyan re kirin de ev agahî dan: “Li Gebzê 31 girtiyên jin di greva birçîbûnê dene. 5 girtî ji 16’ê Kanûna 2018’an ve, 6 girtî ji 4’ê Sibatê ve û 20 girtî jî ji 1’ê Adarê ve di grevên birçîbûnê dene. Rewş tenduristiya koma destpêkê ketine greva birçîbûnê pir giran bûye. Krampên giran, şêlûbîna dîtine, li hemberî deng pir hesasbûn û ser êşî di girtiyan de pir zêde bûye. Ev pirsgirêkên tenduristiya girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyeke 35 rojin di greva birçîbûnê de jî 7 kîlo dan. Li girtîgehê gelek pirsgirêk hene.” 
  
'Divê demildest pirsgirêk bên çareserkirin'
 
Gulseren da zanîn ku îdîayên “Dê bi zorê mudaxileyî girtiyan bikin” girtî kirine nava fikaran û got: “Dîsan îdîayên li hin girtîgehan amadekariyên bi vî awayî dikin hene. Ev yek ji bo me hat ragihandin. Mudaxileya bi zorê dê tenê di warê tibbî de be. Di heman demê de fikarên dê girtiyan sîrgûnî girtîgehên cuda bikin hene. Ger mudaxileyek bi zorê çêbe, dibe ku mirin pêk werin û ev girtiyan dixwe nava fikarek mezin. Dîsan li Gebzê Dadgeriya Înfazê biryar daye ku hemû hevdîtinên girtiyan bên qeyd kirin. Ji ber vê yekê girtî hevdîtinên girtî û vekirî şermezar dikin û naxwazin derkevin hevdîtinan. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Divê demildest ev pirsgikên girtiyan bên çareser kirin.”
 
'Hikûmet pir xemsare'
 
Serokê Şaxa SES’ê ya Anadolu Erdal Guzel jî, anî ziman ku grevên birçîbûnê asta krîtîk bûnê derbas kirin û wiha axivî: “Heta roja îro 6 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Dibe ku her kêlî mirin pêk werin. Divê demildest şandeyên serbixwe yên tenduristiyê biçin girtîgehan û hevdîtinan bi girtiyan re bikin. Êdî rewş gihaye wê astê ku hemû serlêdanên me bê bersiv hatin hiştin. Hemû hewldanên me hatin asteng kirin. Destûrê nadin em li ber girtîgehê jî daxuyanî bidin. Nêzîkatiya hikumetê ya li hemberî grevên birçîbûnê pir xemsare. Divê hikumet dest ji vê helwesta xwe berde. Lazime ku ev pirsgirêk demildest bê çareser kirin.”