Şêniyên Dêrikê Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin

  • 15:58 4 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma' 4'ê nîsanê em ê Netewa Demokeratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn' bi hezaran Şêniyên bajarê Dêrikê rojbûna Abdullah Ocalan  pîroz kirin.
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçerata li gundê Xanê ya bajarê Dêrikê tevlî Şahiyê bûn û Rojbaûn Abdullah Ocalan pîroz kirin. Her wiha bi sedan dar çandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, li dengê Rêber Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Paşê jî 150 darên cûuda hatin çandin. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Eyhan Murad di şahiyê de axivî, Eyhanê Rojbûna Abdullah Ocalan  li tevahî gelê azadîxwaz û bi teybet li jinan pîroz kir û got:" Rojbaûna Ocelan jiyana wekhev û vejînek nû da avakirin, em hemû deyîndarê felsefeya wî ne. Heta dawiyê ji bo azadiya wî em ê têkoşîn bikin, Serokê xwe di nav xwe de bibînin."
 
Paşê jî paste ji aliyê zarokên Şehîdan hate jêkirin, her wiha Koma Şehîd' Serhed', Koma' Ciwanên Cûdî' û hunermend Serdar Birîndar stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.   
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.