Ji bo Rojhilata Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin

  • 15:55 4 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzî 2 hefteye li Îran û Rojhilatê Kurdistanê baranek bihêz dibare. Ji ber baranê li gelek bajar, navçe û gundan lêhî çêbû. Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. 
 
Li gorî rêveberên hikûmeta Îranê, hejmara kesên di encama lehiya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 57 kesan. Heya niha jî metirsiya lehiyê li ser gelek navçe, bajar û gundan heye. Ziyanek mezin a madî jî çêbûye. Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. 
 
Lehiyê li 23 parêzgehan daye. Li parêzgeha Îlam, Loristan, Çwarmehal, Bextiyarî, Kuhkkiluye, Buyr Ehmed, Xuzistan rewşa awarte hatiye îlan kirin. Bi giştî lehiyê li 400 bajar û gundan daye û ziyanek mezin pêkhatiye. Herwiha 78 rêyên di navbera bajaran de, 2 hezar û 199 rêyên di navbera gundan û 84 pir xirabûne. Ji bilî wê li 15 parêzgehan 141 robar û çem bilind bûn û 400 cihên zeviyan jî dibin avê de man.” Di encama lehiyê de, li Şîraz 22 û bajarê Gulistan jî 35 kes, bi giştî 57 kes jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 478 kes jî birîndar bûne. Di 50 salên borî de herî zêde îsal baran bariye. Li gorî dîmenên di torên civakî de belav bûne, hejmara kesên di encama lehiyê de jiyana xwe ji dest dane ji rêjeya tê gotin zêdetire. 
 
'Divê em pêdiviyen gel bi cih bînin'
 
Heyva Sor a Kurdistanê bal kişand ser lehiya Rojhilata Kurdistanê û wiha got“Lehiyê li her dera Rojhilatê Kurdistanê daye û gelek bajar û navçe û gund di bin avê de mane. Gelek kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Ji ber ku têkilî bi gelek cihan nehatiye danîn, hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Ji ber şertên rê em ê bi tenê alîkariya maddî qebûl bikin û dê pêdiviyên gel bi cih bînin."
 
Heyva Sor a Kurdistanê ji roja ku lehî çêbûye alîkarî daye û ji bo kirîna kon, betanî û pêdiviyên jiyanî dest bi xebatan kiriye û wiha bang kir: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku alîkariyê bidin gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê.”
 
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo alîkariyê bang kir û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê karesateke mezin çêbûye. Gelê me yê li wê derê di rewşeke xerab de ne, em bang li gelê xwe dikin ku alîkariyê bidin gelê me yên li wê derê.”  Agahiyên derbarê kampanyayê li ser malperên Heyva Sor a Kurdistanê û ya CÎK’ê heye.