Gelê Til Temir 4'êNîsanê pîroz kirin
- 15:34 4 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi pêşengtiya Kongreya Star bi armanca pîrozkirina Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan ,li Navçeya Til Temir şahiyek hat organîzekirin.
Îro li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna sedan kes ji gelê herêmê bi Kurd, Ereb û Aşûrî şahiyek hat lidar xisitin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pekrewanên azadiyê Endama Koordinisyona Kongreya Star li ser asta Bakur û rojhelatê Sûriyeyê Mûna Yûsif axivî.
Mûnayê 4'ê Nîsanê li Abdullah Ocalan pîroz kir û got:"Roja ku Rêberê me hat cîhanê rojeke bi wate bû. Rêber Ocalan ji zaroktî de ked û mejiyê xwe xistiye xizmeta gelê bindest ku çawa û bi çi rengî bikaribe wan ji zihniyeta desthilatdar rizgar bike û bi rengekî demokratîk, wekhevî û edaletî bijîn. Fikir û ramanê Rêber Ocalan di mejiyê her zindiyekî de ye û di her deverê de îro tê xwendin, wê demê em dikarin bêjin ku Komplo vala derket. Rojbûna Rêber Ocalan rojbûna jina azad e."
Paşê Hûnermend Bêrîtan Cûdî stranên kurdî ên gelerî û Rojhilatî got. Her wiha Koma Ş.Avêsta û Koma Ş.Şoreş a Navçeya Til Temir ê bi stranên xwe ên Kurdî û Şoreşgerî şahî geş kirin.
Di heman demê de Koma Ş.Serhed a Şanoyê jî şanoyek bi navê (Baviksalarî)pêşkêş kirin. Di vê şanoyê de zihniyeta baviksalarî ku bi salan e li dijî jinê tê meşadnin heta roja me ya îro hate vegotin.
Şahî bi gerandina govenda azadiyê dewam dike.