Pêşangeha berhemên jinên penaber
- 15:31 4 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmaniyê jinên panber berhemên xwe di pêşangehê de nîşandan. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin hat.
Li Familî Mola bajarê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Xelk ya ji bo Geşepêdan (PDO) bi alîkariya Rêxistina TERRA TECH pêşangehek berhemên jinên penaber hate vekirin. Di pêşangehê de berhemên karê 25 jinan hatin nîşandin.
Jina bi navê Sena Nasir ku bi xwe Erebe û ev 4 sale li Silêmaniyê dijî diyar kir ku bi beşdarbûna vê pêşangehê gelek kêfxweşim û niha dikarim bi berhemên xwe debara jiyana xwe bihêz bikim û li zarokên xwe binêrim.