Li Qamişloyê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
- 14:30 4 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma 'Bi rihê 4'ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn' ji bo 4'ê Nîsanê li Qamişloyê şahî hat lidarxistin.
Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Kongreya Star bi tevlîbûna bi şêniyên bajar û bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl li hola zana ya bajarê Qamişlo şahî hat lidarxistin. Hola Zana bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hat xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser girîngiya şopandina xeta têkoşîna azadiyê hat guhdarkirin. Paşê li ser navê Malbatên Şehîdan Fatima Husên ji bo rojbûna Abdullah Ocalan helbestek xwend.
Endama Kongreya Star Daliya Henan ji bo girîngiya vê rojê axivî û wiha got: " Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihaştin vê astê, tevî ku gelê kurd zor û zehmetiya dikşîne tu carî serê xwe natewînin. Em soz didin Rêberê xwe tecrîda Îmraliyê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn."
Paşê koma 'Kulîlkên Rojava' stran gotin. Koma govendê ya şehîd Sarya ya gundê Girbawî govendê xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Nûpelda ya navenda Mihemed Şêxo stranên şoreşgerî gotin.
Şahî bi stranên Koma Botan û gerandina govendê bi dawî bû.