Li Nisêbînê malbatek hat derpkirin û hat binçavkirin

  • 14:28 4 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê niştecihên taxê bertek nîşanî xebatkarên DEDAŞ'ê yên ku ketin taxê dan û xebatkarên DEDAŞ'ê jî bi îdaya welatî ceryana kaçak bi kar tînin giliyê wan kir û polîs hatin taxê. Polîsan ji heman malbatê sê kes derp kirin û kirin binçavan.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê welatiyan nexwast ku xebatkarên DEDAŞ'ê bikevin taxê û têlên ceyranê di binê erdê de raxînin. Xebatkarên ku di saetên serê sibehê de  çûn taxa Devrîmê ji aliyê welatiyan ve hatin astengkirin.
 
 Li ser giliyê xebatkarên DEDAŞ ê, polîsan bi maşîneyên xwe yên zirxî ketin nav taxê û bi ser taxê de girtin. Polîsan di dema serdegirtinê de bi îdaya malbatek “ceryanê qaçax bi kar tîne” kirin binçavan. Ji heman malbatê Huseyîn Înan, Mizgîn Înan û Selahattîn Înan hatin binçavkirin.  Polîsan dema ferdên malbatê derp dikirin ji aliyê welatiyên taxê ve bi telefonê dîmenê wan hat kişandin.