Li Kerboranê ji xeynî îtirazên AKP'ê yên din hatin redkirin
- 14:15 4 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN – Lijneya Hilbijartinê ya Kerboranê serlêdana AKP’ê ya ji bo meclîsa şaredariyê qebûl kir. Lîjneyê serlêdana namzetên HDP, CHP, Partiay ÎYÎ û namzetê serbixwe ku ji bo 70 sindoqan red kir.
Li Navçeya Kerborana Mêrdînê li gorî encamên nefermî AKP’ê bi ferqa 664 dengan bi serket. Namzetên HDP’ê, CHP’ê, Partiya ÎYÎ û namzetê serbixwe Yahya Akkaya ji bo dengên 77 sindoqan ji nû ve bên jimartin serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Lîjneya Hilbijartinê serlêdanê ango îtîrazê red kir.
Li aliyê din rêxistina AKP’ê ya Navçeya Kerboranê ji bo endamtiya meclîsê îtîrazî Lîjneya Hilbijartina Navçeyê kir û serlêdana wan hat qebûlkirin. Li ser daxwaza AKP’ê lêkolîna hat kirin, 150 dengên dan AKP’ê ji Partiya ÎYÎ re hatin nivîsandin. Her wiha hat tespîtkirin 65 dengên dane HDP’ê bi şaşîtî ji namzetên serbixwe re hatine nivîsandin. Lîjneyê biryara raskirina van şaşitiyan da.