Dê HDP li Amedê pîrozbahiya ji bo serkeftinê qebûl bike

  • 14:02 4 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Rêxistina Amedê ya HDP'ê pîrozbahiya derbarê serkeftina xwe de ew ê îro bi çalakiya li avahiya bajêr qebûl bike. 
 
Dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo serkeftina ku di 31'ê Adarê de bi dest xist bi çalakiyekê pîrozbahiyan qebûl bike. Parlamenterên partiyê, Hevserokên hemû navçe û şaredariya bajarê mezin ew ê li avahiya bajêr bi gel re bên ba hevdu. 
 
Rêxistina HDP'ê ji bo qebûlkirina pîrozbahiyê gel dawetî avahiyê kir.