Ji bo encama hilbijartinê HDP’a Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kirin

  • 12:48 4 Nîsan 2019
  • Rojane
RIHA - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî encama hilbijartina li Wêranşarê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû û îtîraza wan hatibû redkirin. Li ser vê yekê HDP’ê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da. 
 
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay îtîrazî encama hilbijartina Navçeya Wêranşarê ya Rihayê kirin. Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraza HDP’ê red kir. Li ser vê yekê namzetên HDP’ê yên Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kirin.